Li Efrînê binpêkirinên mafên mirovan roj bi roj zêdetir dibin

Ji roja derbasbûna artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar ên ser bi wê ve ji nava xaka Efrînê re, kêseyên binpêkirinên mafên mirovan nehatine rawestandin. Di vê derbarê de sazî û rêxistinên civaka sivîl û yên mafên mirovan yên li deverên kurdî kar dikin hewildanan dikin wan binpêkirinan belge bikin, da ku pêşkêşî saziyên navdewletî yên mafên mirovan bikin, lê wekî ew sazî dibêjin, hinek astengî di karê wan de derdikevin holê.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Ji roja derbasbûna artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar ên ser bi wê ve ji nava xaka Efrînê re, kêseyên binpêkirinên mafên mirovan nehatine rawestandin. Di vê derbarê de sazî û rêxistinên civaka sivîl û yên mafên mirovan yên li deverên kurdî kar dikin hewildanan dikin wan binpêkirinan belge bikin, da ku pêşkêşî saziyên navdewletî yên mafên mirovan bikin, lê wekî ew sazî dibêjin, hinek astengî di karê wan de derdikevin holê.

Piştî 18ê meha Adara 2018an û bi derbasbûna artêşa Tirkiyê weke hêzeke dagîrker nava bajarê Efrînê, qonaxeke nû dest pê kir. Girûpên çekdar yên alîgirên artêşa Tirkiyê dest bi wêrankirin û talankirina mal û samanên xelkê kirin ta gihişte asta kuştina xelkên sivîl, revandina çalakvan û rewşenbîran û destdanîna ser dar û zeviyên welatiyan. Sazî û rêxistinên mirovî yên ku li deverên Kurdî kar dikin dibêjin ku li gorî karînên xwe hewildanan dikin wan binpêkirinan belge bikin.

Çalakvanê Civaka Sivîl Osama Ehmed di vê derbarê de ji K24ê re wiha axivî: “Sîstemeke taybet ji belgekirina van binpêkirinan re heye û divê bibin rapor û ji sazî û rêxistinên navdewletî û mafên mirovan re bêne birêkirin, lê mixabin gelek sazî û rêxistinên civaka sivîl ew karînên zanistî û madî li cem wan nîn in ku karibin bi vî erkî rabin. Bi awayekî gelemperî jî lawazbûnek di saziyên Kurdî de heye.”  

Ji aliyê yasayî ve jî, kesên mafnas tekez dikin ku li gorî hevpeymanên navdewletî û yasayên mafên mirovan li ser asta tevahiya cîhanê jî nabe kiryarên weha çê bibin. Di vê derbarê de jî dîdareke taybet bi parêzer û kesên mafnas di destpêka meha Gulana bûrî de li bajarokê Amûdê hate lidar xistin û di encamê de kampîneke danheva îmzeyan ji welatiyên Efrînê yên ku koçber bûne hate meşandin, da ku ligel belgeyên heyî pêşkêşî saziyên Netewên Yekgirtî bikin.

Mafnas Erdewan Ehmed dibêje: “Ji rêkeftinên Cenêv ên sala 1907 û 1929 de bigire û 4 her çar rêftinên Cenêvê û protokolên û ên wê temam dikin ên di sala 1977an, van tiştan qedexe dikin, ji aliyê navdewletî, kesatî û mirovî de. Çê nabe ev kiryar werin kirin jiyana xelkê hurmeteke xelkê heye, milk û samanên xelkê hurmeteke wê heye û jiyana xelkê parastî ye.”   

Ji metirsiya hebûna grûpên çekdar û tundiya şer û bûyerên revandinê li bajarê Efrînê, saziyên civaka sivîl û yên mafên mirovan nikarin derbasî deverê bibin da ku çavdêrî û belgekirina kêseyên binpêkirinan bikin, ji ber wê jî bi hezaran xelkê Efrînê koçber bûn û metirsî heye ku projeya guhertina demografî were cîbicî kirin.