Keneda dixwaze Artêşa Iraqê rahênan bike

Serokwezîrê Keneda Justin Trudeau ragihand, ku welatê wî amade ye serokatiya şanda NATOyê ji bo Iraqê bike û Artêşa wî welatî rahênan bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Keneda Justin Trudeau ragihand, ku welatê wî amade ye serokatiya şanda NATOyê ji bo Iraqê bike û Artêşa wî welatî rahênan bike.

Li Bruksela paytexta Belcîka, welatên endam di Hevpeymaniya NATO de forumek bi navê (Nirxên cîhanî yên hevbeş) lidar xistin.

Di heyama wê forumê de, Justin Trudeau diyar kir, ku nirxên demokratiyê rastî metirsiyên rastiyane tên û got: Keneda amade ye çi tiştê pêwîst hebe, ji bo nehiştina wan metirsiyan bike.

Berî niha jî Trudeau ragihandibû, ku çend yekeyên Artêşa Kenedî, di payiza îsal de, wê serdana Bexdayê bikin û heya salekê wê li Iraqê bimînin.

Biryar e jî 250 serbaz û 4 helîktopterên Kenedî ji bo Iraqê bên şandin.

Çaverê ye, Hevpeymaniya NATO pirogramê rahênana Artêşa Iraqê bicî bike.

Jêder: Anadol

N.O