AA: Riza Altun giran brîndar e

Ajansa Fermî ya Tirkiyê ragihand: Di encama operasyoneke asimanî de Endamê Desteya Rêveber ê KCKyê Riza Altun Riza Altun brîndar bûye

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa Fermî ya Tirkiyê ragihand: Di encama operasyoneke asimanî de Endamê Desteya Rêveber ê KCKyê Riza Altun Riza Altun brîndar bûye û 3 berpirsên din ên PKKyê canê xwe ji dest dan e.

Ajansa Anadolu AA dide zanîn, ko Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê MÎT û Serokerkaniya Tirkiyê di 21ê Adarê de li Qendîlê li dijî PKKyê operasyoneke hevbeş kirin e. Otombêla Endamê Desteya Rêveber ê Koma Civakên Kurdistanê KCKyê Riza Altun ji aliyê balafirên şerî yên Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin. Di encamê de Riza Altun birîndar bûye, lê berdevkê PKKyê Serhat Warto, Berpirsê Pêwendiyên Derve ê PKKyê Mîkaîl Ozdemîr naskirî Navdar û Berpirsê PKKyê yê Qendîlê Alî Aktaş naskirî Sînan Sor canê xwe ji dest dan e. Di derbarê vê êrîşê de heta niha PKK ti daxûyanî neda ye.

 

 

C.B