54 hezar serbazên Amerika li Rojhilata Navîn hene

Navenda Veri ya Wezareta bergirî ya Amerikayê ragihand ku, hejmara serbazên Amerikayê li Rojhilata Navîn 54 hezar û 180 serbaz in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Navenda Veri ya Wezareta bergirî ya Amerikayê ragihand ku, ligor raporên fermî niha ji derveyî Efxanistanê, hejmara serbazên Amerikayê li Rojhilata Navîn 54 hezar û 180 serbaz in.

Ev hejmar ligor ya sala par ji sedî 33 zêdebûnê de ye, ku sala par 40 hezar 517 serbazên Amerîkî hebûn.

Liser hejmara serbazên li welatên cuda agahdarî nehatin dayîn, hejmara hatî dayîn hejmara giştî li Rojhilata Navîn e.