7 general/amiralan li Tirkiye, dest ji kar kişandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta berevanî ya Tirkiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku, 7 general û amiralan bi daxwaza dest ji kar kişandin e. Daxwaza wan jî di 18ê meha Tebaxê de hatiye pejirandin.

Daxûyanî bi vî awayî berdewam dike: “7 general û amiralên ji nav Hêzên Artêşa Tirkiye (TSK), berî destnîşankirina kar û berpirsiyariyên nû, liser daxwaza xwe dest ji kar kişandin pêşkeşî me kirin. Piştî nirxandinan Wezareta me ev daxwaza dest ji kar kişandinê di 18ê Tebaxê de pejirand. Tu pêwendiya van daxwazanameyan bi berpirsiyariyên nû yên general / amiralan a 20ê Tebaxê re nî ne”.

Ligor medya Tirkiye, biqasî 10 generalên din ji Hêzên Artêşa Tirkiye amadeyiya dest ji kar kişandinê dikin. Ev jî girêdayî nerizamendiya wan a berpirsiyariyên nû di nav Artêşê de ne.