Liser Suriyê nakokî di navbeyna Tehran û Moskow de derdikevin

Medya Îranî: Rûsya li Suriyê pişta xwe dide Îranê, û rê bi Îranê nade di dûbare avakirina Suriyê de beşdar bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Beşek ji ragihandinên Îranê eşkere kirin e ku, Rûsya li Suriyê pişta xwe dide Îranê, û rê bi Îranê nade di dûbare avakirina Suriyê de beşdar bibe.

Herweha beriya niha jî û digel bidawî hatina şer li Suriyê ji aliyê Vladîmir Putin ê Serokê Rûsya, daxwaz ji Îranê hatibû kirin ku, hêzên xwe ji Suriyê vekşînin.

Ev rûdan, wekî destpêka nakokiyên di navbeyna wan her dû hevpeymanan tê dîtin.