Hunermend Ayfer Duzdaşbi salan e newayên Kurdên Elewî dibêje

Hunemenda Kurd Ayfer Duzdaş berî ku koçî Stenbolê bikin li gund di 8 saliya xwe li ber berxikan şivantiyê dike. Piştî bi dehan hewlan ew keçika şivan niha bûye hunermenda bîra Kurdên Elewî ji Koçgirî heta Çorimê.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Hunemenda Kurd Ayfer Duzdaş berî ku koçî Stenbolê bikin li gund di 8 saliya xwe li ber berxikan şivantiyê dike. Piştî bi dehan hewlan ew keçika şivan niha bûye hunermenda bîra Kurdên Elewî ji Koçgirî heta Çorimê.

Ew newayên hezar salî ên li ber tunebûnê ku hatine jibîrkirin bi wî dengê xwe yê zîz û nazik jinûve dibêje û ji nava rûpelên tarî ên dîrokê dikişîne û digihîne roja îroyîn. Hunermenda Kurd Ayfer Duzdaş ku ji Kurdên Koçgiriya Sêwazê ye bi salan e Newayên Kurdên Elewî dibêje: Her çiqas di nava civaka Kurdan de qedrekî giran li van xebatên wê nehatine girtin jî, ew bi van xebatên xwe yên dûrî keşmekêşiya siyasetê me her roj hindekî din bêhtir nêzîkê tassawirê dike.

Duzdaşa ku di heman demê de şivantî jî kiriye diya wê jî stranbêj e, heta niha gelek aliyên Kurdên Elewî ku reng nedane eşkere kirine û derxistiye ser rûyê erdê. Ew dibêje her çiqas li muzîka modern guhdarî bike jî ji bo wê ya esil ya bingehîn stranên bav û kalan in.

Hunermenda Kurd Ayfer Duzdaş ji K24ê re wiha axivî: “Heta 7-8 saliya xwe ez li gund mam. Paşî em hatin Stenbolê. Li gun nêzîkî 2-3 sal min şivaniya berxikan jî kir. Li ber sexelan min stran digot. Min aliyê xwe daye kalik û pîran. Yên ku stranên caz û rock dibêjin ez wana jî guhdar dikim lê ji bo min esasiya min pîr û kalikê me ne.”

Ayfer Duzdaş gund bi gund digere û wek seyyahekê stranan berhev dike. Duzdaş bi şêwaz, derbirîn û lewjeyên Kurdên Elewî her kesê lê guhdar dike, dixe nava wê gera Cemê wek ayîneke gerdûnî. Digel wê pişaftina giran ya li ser Kurdên Elewî jî, ji Koçgirî heta Çorûmê bi newayên Kurdên Elewî dibe wek beytiyekê û bi nav gûhên zingargirtî dikeve.

Ayfer Duzdaş dibêje: "Li ser Kurdên Elewî asîmîlasyona sîstemê zêdetir e. Ew asîmîlasyon li ser min jî zêdetir hebû û min got ez ê li ser çanda xwe xebatên xwe çêbikim. Bajar bi bajar û gund bi gund geriyam û min stran tomar kirin. Stranên ku Kurdên Elewî gotine."

Piştî şivantiya ber berxikan ev 20 sal in ku Ayfer Duzadaş li ser dikê ye û stranan dibêje. Wê heta niha 3 albûm derxistine. "Leylan", Şînên Koçgiriyê û "Ji Xoresanê heta Çorimê Newayên Kurdên Elewî". Ev albûma wê ya dawîn jî wek bîra Kurdên Elewî tê binavkirin. Her çiqas konsertên wê yên li Tirkiyê bêne qedexekirin jî, ew dixwaze xebata xwe berdewam bike û digel stranên Kurdên Argûvanê, beyîtên Elewiyan ên Kurmancî û Zazakî û stranên Ehlî Heq ku em wek Yersan dizanin bibêje.