Artêşa Sûriyê ji Dêrezorê nêzîk dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê 6 bîrên petrolê li gundewarê Reqayê kontrol kirin û berve bajarê Dêrezorê di pêşveçûnê de ne.

Medyaya ser bi rêjîma Sûriyê belav kiriye ku artêşa Sûriyê li başûrê rojavayê Reqayê di pêşveçûnê de ye p çend gund kontrol kirine û bîrên petrolê yên Wehab, Fehed û dibîsan û 3 bîrên din li wê deverê ji destê DAIŞê derxistine.

Herwiha artêşa Sûriyê berê xwe daye bajarokê Sexneyê ku wek dergehê bajarê Dêrezorê tê naskirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan jî, bi piştevaniya firokeyên Rûsî, artêşa Sûriyê rûbereke li rojhilatê parêzgeha Hema û Humsê û heta sînorê Dêrezorê kontrol kiriye.