Bombeyên vedayî 3 dengdêrên Kerkûkê kuştin

Jêderekî ewlehiyê ji bajarê Kerkûkê ragihand, ji ber teqîna bombeyeke vedayî li Kerkûkê, herî kêm 3 kes hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ewlehiyê ji bajarê Kerkûkê ragihand, ji ber teqîna bombeyeke vedayî li Kerkûkê, herî kêm 3 kes hatin kuştin.

Li gor malperên Iraqê, ku ji jêderên ewlehiyê belav kirine, riyên di navbera hejmarek gundên ser bi qezaya Hewîce bi bombeyan hatibûn çandin, ji bo ku rê li xelkê were girtin û neçin û beşdarî proseya dengdanên nebin.

Hat ragihandin, hêzên polîsê dest bi pûçkirina wan bombeyan kirin, lê dema dengdanên ber bi dawiyê ve diçe.

Ev di demekê de ye, îro çekdarên DAIŞê 2 li parêzgehên Kerkûk û Diyala êrîşî ser hêzên ewlehiyê kirin.

 

S. B