Pêşbiniya pêşkeftina aborî ya Tirkiye hate kêmkirin

FitchRatings pêşbiniya xwe ya mezinahiya aboriya Tirkiye ji bo sala 2018an ji 4.1 xist 3.9an.

K24 – Navenda Nûçeyan

FitchRatings pêşbiniya xwe ya mezinahiya aboriya Tirkiye ji bo sala 2018an ji 4.1 xist 3.9an. Li aliyê din girêdayî enflasyonê jî tê pêşbinîkirin ast a wê 10.9 be, di pêşbiniya berê de ew ast 9.5 bû.

FitchRatings yek ji şirketên herî mezin ê cîhanî ji bo pîvana asta aborî û sermayedarî, finansê ye. Navenda wê li Newyork – Amerika ye. Nirxandinên Fitchratings bandorek berfereh li cîhana aborî, sermayedarî / finansê dikin.