Kurdistan 13 endamên DBP û KCDê hatin binçavkirin

13 endamên DBP û KCDê hatin binçavkirin
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê 13 endam û rêveberên DBP û KCDê hatin binçavkirin.

Îro danê sibê polîsên dijeterorê li hemberî Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) operasyonek berfireh pêk anîn û bi ser malan de girtin.

Hat zanîn di encamê de 13 siyasetmedarên nav her du saziyan de kar dikirin hatine binçavkirin.

Heta niha derbarê sedema binçavkirina wan de ji aliyê Polîsa Diyarbekirê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.