Hikumeta Kurdistanê dilgiraniyên xwe ji armanckirina deverên Kurdistanê anî ziman

Hikumeta herêma Kurdistanê dilgiraniyên xwe ji armanckirina gund û bajarok û avedaniyên herêma Kurdistanê radighîne...

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikumeta herêma Kurdistanê dilgiraniyên xwe ji armanckirina gund û bajarok û avedaniyên herêma Kurdistanê radighîne û daxwaz ji PKK dike derdora gund û bajarok û avedanîyan vala bike.

Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxûyanîyekê de amaje kir, ku sibeha îro çar gencên herêma Kurdistanê ji encama bordumana firokeyên şer yên Tirkiyê ser pêgehên PKK li navçeyên Balekayetî, şehîd bûn.

Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê tevî sersaxî ji bo malbat û kesûkarên şehîdan, dilgiraniyên xwe ji  armanckirina dêhat û avedaniyên herêma Kurdistanê anî ziman, ku bi sedema hebûna pêgehên PKK û nêzîkbûna wan ji dêhat û avedaniyên wan navçeyan, berdewam metirsî li ser e, û ev e ji bo çendîn car in welatî dibin qurbanî. Daxwaz ji PKK kirin e ku, derdora gund, bajarok û avedaniyan vala bike, ji bo ku welatî nebin qurbanî.

 

C.B