Asayişa li Rojava 31 serkirde û endamên ENKS binçav kir

Hêzên asayşa li Rojavayê Kurdistanê 31 serkirde û endamên Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê li bajarên Amûdê, Til Temir, Serê Kaniyê, Dirbêsiyê û Girkê Legê girtin

K24- Navenda Nûçeyan

Hêzên asayşa li Rojavayê Kurdistanê 31 serkirde û endamên Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê li bajarên Amûdê, Til Temir, Dirbêsiyê û Girkê Legê girtin.

Li gorî nûçegihanê Kurdistan24ê, “Hêzên asayişa li Rojavayê Kurdistanê 31 serkirde û endamên ENKS li deverên Amûdê, Til Temir, Serê Kaniyê, Dirbêsiyê û li Girkê Legê girtin, bêyî ku sedemên girtina wan eşkere bikin.

Ji aliyê xwe ve cîgirê sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Hesen Salih ragihand, “Di dema amadekariyên wan de, ji bo encamdana çalakiyên piştevaniya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê li 3 navçeyên Rojavayê Kurdistanê, asayiş û çekdarên PYD bi dehan serkirde û kadir û hevalên partiya wan û PDKS revandine.”

Bi gotina Hesen Salih, “Diyare PYD dixwaze bi revandina serkirde û kadir û endamên wan, tirsê têxe dilê xelkê, daku dernekevin ji bo piştevaniya serxwebûna Herêma Kurdistanê, lê ti carî em ji wan kiryaran natirsin û emê piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê berdewam bikin.”