Ji ber teqîna sobeyeke daran, laşên 7 endamên malbatekê şewitîn

Di encama teqînê de, ji yek malbatê laşên 7 welatiyan bi rêjeyên cuda şewitîn û pênc kes ji wan ji bo nexweşxaneya Hewlêrê hatin veguhestin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gundê gurzeyan yê ser bi bajarokê Dêgele ve, destê bibeha îro demjimêr 3:30, sobeyeke daran teqiya û di encamê de, ji yek malbatê laşên 7 welatiyan bi rêjeyên cuda şewitîn û pênc kes ji wan welatiyan ji bo nexweşxaneya Hewlêrê hatin veguhestin.

Li gorî zanyariyan ew sobe ji ber germa zêde teqiya ye.

Îsal bi sedema buhabûna nirxê neftê, ku her bermîlek bi 160 heya 175 hezar dînarên Iraqî, ango bi nirxekî bêtir ji 130 Dolarên Amerîkî tê kirrîn, welatiyan berê xwe dane sobeyên daran daku xwe li ber wan germ bikin, vê yekê jî hiştiye ku diyardeya birrîna daran li nav daristanên siruştî yên Herêma Kurdistanê zêde bibe.