Îran tê sizadan

Serkirdeyên Komarî di Encûmena Nûnerên Amerîka de ragihand, encûmen di van rojan de deng li ser sepandina sizayên nû li ser programa mûşekên Îran û Hizbulaha Libnanî dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyên Komarî di Encûmena Nûnerên Amerîka de ragihand, encûmen di van rojan de deng li ser sepandina sizayên nû li ser programa mûşekên Îran û Hizbulaha Libnanî dide.

Berpirsên Komarî ronî kirin, ev gav di çarçova hewlên Amerîka yên girtina ber rêkarên tund li dijî hikûmeta Îranê de tê, bêyî hilwşandina dimildest ji rêkeftina atomya navdewletî re.

Ajansa Reutersê belav kir, Serokê piraniya Encûmena Nûneran Kevin McCarthy û Serokê Komîta Pêwendiyên Derve Ed Royce gotine, berpirsayetiya Kongerssê ye ligel aliyên cibicîkar kar ji bo nexşandina stratejiyeke zelal bike, ta rê li ber riftarên Îranê bigire.

Her du endamên Encûmena Nûneran da zanîn, tevgera bilez berve ya vê armancê di vê hefteyê de tê û deng li ser yasayekê tê dan û sizayên zêdetir li ser Hizbulaha Libnanî û belavkirina mûşekên Îranê tên sepandin.

Serokê Amerîka Donald Trump di vê mehê de, pesendkirina pabendbûna Îranê bi rêkeftina atomiya navdewletî red kir û gefa hilweşandina wê rêkeftinê xwar.