PDK-S û KKP: Dem hatiye Pêşmergeyên Roj vegerin Rojavayê Kurdistanê

Endamê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdulkerîm Mihemed di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de ragihand, Rojavayê Kurdistanê nûmeyek ji pêkvejiyana hemû pêkhateyên netewî û olî ye û nimûne bi dirêjahiya salan ji aliyê wan pêkhateyan bixwe hatiye danîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdulkerîm Mihemed di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de ragihand, Rojavayê Kurdistanê nûmeyek ji pêkvejiyana hemû pêkhateyên netewî û olî ye û nimûne bi dirêjahiya salan ji aliyê wan pêkhateyan bixwe hatiye danîn.

Herwiha got, bihaneyên Tirkiyê ên derbarê Rojavayê Kurdistanê de ne rast in, Tirkiye ne tenê êrîşî partiyekê dike, belkû gelê li Rojavayê Kurdistanê ji Kurd, Ereb û Xiristiyanan armanc digire. Heger Tirkiye daxwaza nehîştina metirsiyên xwe dike, dikare bi riya diyaloga bi Amerîka, Hevpeymaniya Navdewletî û welatên rojava re vê pirsê çareser bike.

Ebdulkerîm Mihemed amaje bi hevdîtinên ENKSê bi Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê James Caffrey û hevdîtinên ligel nûnerên welatên din kir û da zanîn, di civînan de ji bilî rewşa rojhilatê Firatê, rewşa Efrînê ya guhartina demografî, koçberbûna xelkê û binpêkirinên li wî bajarî dibin, tên behskirin û got: “Em banga xwe digihînin Netewên Yekgirtî û welatên bihêz ku van gefên li ser miletê Kurd rawestînin.”

Li ser pirsa yekrêziya Kurdî, Ebdulkerîm Mihemed got: “Gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê cidî ne. Dem hatiye ku li pêş gefên Tirkiyê em yekrêziya xwe biparêzin û di vê çarçovê de Pêşmewrgeyên Rojava ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine perwerde dike û divê hêzên me yên leşkerî bikin yek û berevaniyê di ber xaka xwe de bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Giştî yê Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP) Sinan Çiftyurek li ser heman mijarê got: “Partiya desthilat a Tirkiyê AK Partî û partiyên opozîsyonê çavên wan hemûyan li ser pirsa Kurdî sor bûne û planekê dihûnin, ji ber ku eger heye Hevpeyamniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka herêmeke dijefirînê li rojhilatê Firafê ragihînin û nêzîkî 60 hezar şervanên HSDê perwerde bikin, partiyên Tirkiyê vê yekê metirsî li ser Tirkiyê dibînin.”

Herwiha got: “Hilbijartinên herêmî nêzîk dibin û AK Partî dibîne ku dê encamên hilbijartinê ne li gor dilê wê be, loma dixwaze wek pêleke nijadperestiyê berî hilbijartinan bide pêşiya xwe û serkeftineke biçûk jê re pêwîst e.”

Li ser yekrêziya Kurdî jî got: “Li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, heger desthilat neyê parvekirin û artêş nebe yek, yekrêziya netewî pêk nayê. Tirkiye naxwaze statûyeke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bê çêkirin. Em Partiya Komûnîst a Kurdistanê dibînin ku divê Pêşmergeyên Roj vegerin ser xaka xwe, wê demê yekez yekîtiya Kurdê dê çê bibe.”

 

 

S. B