Kurdistan Çalakiyên ji bo piştgiriya girtiyên greva mirinê bi grûpa 3. didome

Çalakiyên ji bo piştgiriya girtiyên greva mirinê bi grûpa 3. didome

K24 – Diyarbekir

Çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê ku êdî berbi grevên bêdorveger yên mirinê ve diçin didomin. Grevên birçîbûnê ku di 15’ê Sibata 2017’an de li 21 girtîgehan dest pê kiribû îro di roja 59. de ye. Ji 15 Adarê ve jî ji bo ku daxwazên wan çalakvanan bê bicîhanîn, li girtîgehên din û derve jî çalakiyên birçîbûnê yên bi dorveger tên lidarxistin. Li Diyarbekirê jî ji 2 rojan carekî grûpekê çalakiyê dimeşîne, îro jî grupa 3. ku Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sîbel Yîgitalp jî di nav de ye, ji bo 2 rojan dê greva birçîbûnê bidomînin.

Beriya veguhestinê, daxuyanîyeke hat dayîn û hat diyarkirin ku êdî jiyana wan ên ku 59 roj in di çalakiyê de ne ketine bin xeteriyê û ger xirabiyekî bibe rayedarên dewleta Turk berpirs in. Dîsa bal hat kişandin ku daxwazên çalakvanan rakirina pêkutiyên li girtîgehan e, rakirina tecrîtê ji ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan û gihandina xizmetên tenduristiyê ji bo girtiyan e. Di axaftinan de hat ragihandin ku ev daxwaz daxwazên mirovî ne û divê rayedar bi cîh bînin.