Civîna Şanda danûstandkar a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê dest pê kir

K24 – Navenda  Nûçeyan

Civîna şanda danûsandkar a Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê îro dest pê kir. Endamekî wê şandê ragihand, îro ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicivin.

Nûnerê Pêkhateya Tirkemanan di şanda danûstandkar a Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê de Macid Osman ji K24ê re ragihand, “Di serdana me ya bo Bexdayê de ligel tevahiya aliyên siyasî yên Iraqê dicivin.”

Herwiha got: “Di civînan bi zelalî bi zelalî ji berpirsên Iraqê re dibêjin, Herêma Kurdistanê biryara serxwebûnê daye.”

Îro bi serperiştiya Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, civîna şanda danûstandkar a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê dest pê kir.

Encûmena Bilind a Referandûmê di civîna 7 Tebaxê de şandek pêk anî bo serdana Bexdayê bike û guftûgo li ser pirsa referandûmê bike. Şand jî ji nûnerên her yek PDK, YNK, Yekgirtû û herwiha ji nûnerên Tirkmen, Xiristiyanî û Êzidiyan pêk tê.