Şirnex ji nû ve tê avakirin, niştecih jî naxwazin şirnex bibe navçe

Piraniya bajarê Şirnexa Bakûrê Kurdistanê, ji ber şer û aloziyên di navbera Hêzên Dewleta Tirk û PKKê de xirab bû. Niha projeyên ji nû ve avakirinê didomin. Li cihên taxan avahiyên 12-13 tebeqeyî tên avakirin. Xelkê bajêr li dijî projeya nû derdikeve û dibêje; avahiyên nû ne li gorî rastiya jiyana civaka Şirnexê ne. Ji aliyê din ve nîqaşên li ser navçekirina Parêzgeriya Şirnexê jî xelkê dilgiran dike.

 

K24 - Şirnex

Piraniya bajarê Şirnexa Bakurê Kurdistanê, ji ber şer û aloziyên di navbera Hêzên Dewleta Tirk û PKKê de xirab bû. Niha projeyên ji nû ve avakirinê didomin. Li cihên taxan avahiyên 12-13 tebeqeyî tên avakirin. Xelkê bajêr li dijî projeya nû derdikeve û dibêje; avahiyên nû ne li gorî rastiya jiyana civaka Şirnexê ne. Ji aliyê din ve nîqaşên li ser navçekirina Parêzgeriya Şirnexê jî xelkê dilgiran dike.

Ji Adara 2016'an û pê ve di 9 mehan qedexekirî de ji sedî 60'î zêdetirê Şirnexê hat xirabkirin û piraniya niştecihan cih û warên xwe di cih de hiştin. Li gorî ragihandina parêzgeriyê di nav taxan de 50 ton teqemenî hat teqandin. Di van teqînan de 15 hezar avahî xirab bûn. 14'ê Mijdara 2016'an qedexe hat rakirin û ji nû ve dest bi avakirina bajêr hat kirin. Lê belê di navbera Şirnexî û dewletê de li ser avahiyên nû nakokî hene. Mehmet Sevîm ê niştecihê Şirnexê li dijî avajiyên pir tebeqe derdikeve û dibêje; ew avahî ne li gorî jiyana civaka Şirnexê ne.

Niştecihê Şirnexî Mehmet Sevîm ji K24ê re dibêje: "Ev xaniyên ku niha tên çêkirin piçûk in. Hûn jî dizanin xelkê Şirnexê hîn jî wekî malbatên mezin û qelebalix bi hev re dijîn. Bapîr, nevî û zarok hemû bi hev re ne. ji ber wê yekê ev xaniyên nû tên çêkirin, bi kêrî me Şirnexiyan nayên. Jiyana me dê di van xaniyan de bi rehetî derbas nebe. Em nerehet in."

Ji ber ku li Şirnexê hîn jî ti xaniyên nû nehatine avakirin, piraniya niştecihan nikarin vegerin. Yek ji sedemên venegerîna xelkê, gotegotên li ser navçekirina bajêr in. Xelk dibêje; bi navçekirina bajêr ji xwe dê derfetên aboriyê kêm bibin û naxwazin vegerin. Li ser gelek xaniyên nivîsên ku wekî "Bila Şirnex wekî Parêzgeh bimîne" hatine daliqandin. Xelkê bajêr dibêje; bi ser wêrankirinê de navçekirina bêjêr dê Şirnexa mayî jî ji holê rake. Doktor Fertî Batmaz jî dibêje; yek ji dahatûya aboriyê karmend in lê dema ku ev der ji parêzgehbûnê bikeve dê…

Niştecihê Şirnexî Dr. Ferît Batmaz got jî: "Dema ku Şirnexê bikin navçe ya rast êdî Şirnex dê bi ser xwe ve neyê. Lewra aboriya Şirnexê ji bilî komirê, li ser mûçeyên karmendan e. Dema ku Şirnex bibe navçe, êdî tu

Li gorî ragihandina rayedarên dewletê, bi buhayê pereyên zede, li Şirnexê xizmetguzarî tên kirin û dê Şirnex ji berê xweştir be. Daxwaza niştecihên Şirnexê jî ew e ku hem wekî berê xaniyên fireh û xwedî hewş werin avakirin, hem jî Şirnex wekî parêzgeh bimîne.