Washington: Gefa DAIŞ û Qaide berdewam e

Hikûmeta Amerîka radigihîne, tevî serkeftina li ser terorê, lê gefa wê berdewam e.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Amerîka radigihîne, tevî serkeftina li ser terorê, lê gefa wê berdewam e.”

Hevrêzê Hilmeta rûbirûbûna terorê di Wezareta Derve ya Amerîka de Nathan Sales di raportekê de got, tevî serkeftina li ser terorê, tê pirsa terorê niha ji sala 2017an zêdetir aloz bûye û gefa wê berdewam e.”

Nathan Sales di raportê de got: “Her du rêxistinên terorê Qaide û DAIŞ li Iraq, Sûriye, Efganistan, Lîbya, Somal û Yemenê karî xwe bi hewlên jinavbirinê û fişarên zêde yên li ser wan tên kirin re biguncîne.”

Got jî: “Ew her du rêxistinên terorî şerpeze bûne û bi nehênî kar dikin, ev yekî dihêle ku kêmtir bibin armancên leşkerî yên klasîkî.”

Hevrêzê Hilmeta rûbirûbûna terorê di Wezareta Derve ya Amerîka de dibêje: “Tevî ku li rûyê meydanî DAIŞ bi paş ve vekişiyaye, lê wê rêxistin xwe bi rewşa nû re diguncîne û peykerê serkirdatiya xwe jî guhartiye.”

Derbarê Îranê de jî got: “Îran piştevanê bihêz ê teroristan e û ji ber gurbûna gelek krîz û milmilaneyan de berpirs e. Îran bi kirdarî bûye gefeke cîhanî.”

 

S. B