Şandeke Kurdistanê beşdarî Korbenda Wize ya Yekîtiya Ewropayê dibe

Şandeke Herêma Kurdistanê ji her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê îro beşdarî Korbenda Wize li Parlemantoya Ewropayê dibe.

K24 – Brûksel

Şandeke Herêma Kurdistanê ji her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê îro beşdarî Korbenda Wize li Parlemantoya Ewropayê dibe.

Peyamnêrê K24ê li Brûkselê Barzan Hesen da zanîn, ji bo cara yekem şanda Herêma Kurdistanê ji her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê pêk hatibû di Korbenda Wize li Parlemantoya Ewropayê de beşdar dibin, bêyî ku ti parêzgeheke din ya Iraqê jî beşdarî wê korbendê bibe.

Parêzgeha Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji Brûkselê ji K24ê re ragihand, beşdariya şanda Herêma Kurdistanê di Korbenda Wizê li Parlemantoya Ewropayê girîngiya xwe ji bo guftûgokirina li rewşa keş û jîngeha welat heye, bi taybetî ji bo bikaranîna wizeya alternative û zêdekirina xizmetguzeriyê û başkirina av, rê û pireyan.

Got jî, îro Herêma Kurdistanê di rûyê îdarî û siyasî ve dibe yek ji endamên peymana Yekîtiya Ewropayê ji bo parêzgarî û şaredariyê ya taybet bi wize, ji bo li gor peyrewa hikûmetên xwecihî yên Ewropa karên xwe bi rê ve bibe.”

Derbarê beşdarînekirina parêzgehên din ên Iraqê di wê korbendê de, Parêzgarê Silêmaniyê got, ev ji karê du salên berê yên parêzgehên Herêma Kurdistanê ligel rêxistina UNDP û Parlemantoya Ewropayê tê, ku masterplanên parêzgehên Herêma Kurdistanê di wî warî de hebûn û ew ji masterplan jî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatibûn qebûlkirin.

 

S. B