Serok Barzanî: Gelê Kurd bi awayekî aştîxwaz doza mafên xwe yên rewa dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî di peyamekê de, bi helkefta 65emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistan û Yekîtiya Lawên Kurdistan, ragihand, gelê me û hêzên Pêşmergên Kurdistan xweragirane qurbanî dane, li pêşya dîktatoriyê rawestiyan û tîror û hizra tundiyê têkşikandin, herwiha bi awayekî aştîxwazane daxwaza mafên xwe yê rewa kirin.
Têksta peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê Bexşinde û Mihreban
Bi helkefta 65emîn salvegera damezirandina herdu rêxistiyên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistan û Yekîtiya Lawên Kurdistan, ez pîrozbahiyê arasteyî herdu sikirtariyeta Qutabiyan û Lawan û hemû Qutabî û Lawanên hêja yên Kurdistanê dikim, û hêvya serketinê ji wan re dixwazim.
Qutabî û Lawên Kurdistan di hemû qonaxeke xebata gelê me de, erk û cihê destê wan diyar bû û cihê perwerdeya Kurdatî û niştimanperweriyê bûne û di wê riyê de qurbanî dane, niha jî ku gelê me di qonaxa berxwedan û çespandina mafan û derbaskirina kelem û astengiyan de ye, erkê Qutabî û Lawan ji hemû demê hestyar û girantir e.
Pêwîst e Qutabî û Lawan, ji berê bêtir li pey nirxên bilind yên xebat û Kurdatiyê bin û li pêşya gef û astengiyan bêhêvî nebin, gelê me û hêzên Pêşmergên Kurdistan xweragirane qurbanî dane, li pêşya dîktatoriyê rawestiyan û tîror û hizra tundiyê têkşikandin, herwiha bi awayekî aştîxwazane daxwaza mafên xwe yê rewa kirin û di hemû qonaxan de bi îradeyeke bihêz û polayî berdewam bûne.
Ev karnameya tijî serfirazî û serbilindiya gelê Kurdistanê ye di xebata xwe ya rewa de, ku pêwîst e Qutabî û Lawanên hêja bi îradeyeke bihêz berdewam bikin û dewlemend bikin.
Carekî din ez pîrozbahiyê li we dikim û hêviya xweşî û serfiraziyê ji we re dixwazim.
Mesûd Barzanî
17/2/2018