Malbata Talebanî kodetayê di nava YNKê de dikin

Niha ew berpirs mijûlî kudetayekê di nava YNKê de ne, bi riya lidarxistina kongreyekê, ku biryar e Encûmena Navendî ya wê partiyê biryarê li ser bide, ku dixwazin serkirdatiye nû dirust bikin û beşeke mezin ji serkirdeyên din yên YNKê dûr bixin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî rewşa nexwastî, ya çend berpirsên malbata Talebanî û Îbrahîm Ehmed bê agadariya Cîgirê Sekterê Giştî û Polîtburoya YNKê li Kerkûkê dirust kirine û ew parêzgeh radestî Heşda Şeibî, hêzên Iraqî û Îranê kirine. Niha ew berpirs mijûlî kudetayekê di nava YNKê de ne, bi riya lidarxistina kongreyekê, ku biryar e Encûmena Navendî ya wê partiyê biryarê li ser bide, ku dixwazin serkirdatiye nû dirust bikin û beşeke mezin ji serkirdeyên din yên YNKê dûr bixin.

Ev zanyarî veşartî nemane û di çend hevdîtin û nivîsan de malbata Îbrahîm Ehmed û Talebanî amaje pê kirine. Di wê derbarê de Şanaz Îbrahîm Ehmed nivîsiye: “Encûmena Navendî ya YNKê dicive û biryara lidarxistina kongreyê dide. Kongre berve guhartin, berve rêbaza Mam Celal.. berve riswakirina riswakerên YNKê (Wek amajeyek bi wan berpirsên YNKê yên li derveyî malbata Talebanî û Îbrahîm Ehmed û baskê wan in)

Jêder amaje bi wê dikin, “Lahor Şêx Cengî ku berpirsê Dezgeha Zanyarî û Dijeterora malbata Talebanî ye û ligel birayê xwe Aras Şêx Cengî rola wan di rêkeftina radestkirina jêrbijêr a Kerkûkê hebûn, bi aşkere behsa girêdana kongreyê dike û gotiye: “Di 2 mehên bê de kongre tê girêdan û tevahiya serkirdayetî û Polîtburo bi komek genc û xwînên taze tê nûkirin û Encûmena Navendî jî çalaktir dikin.”

Herwiha wek amajeyekê ji serkirdeyên li derveyî vê baskê re gotiye: “Careke din di nava YNKê de baweriyê nadin wan hevalên ku referandûm kirine.”

Niha Encûmena Navendî ya YNKê li derveyî avahiya xwe dest bi civînan kiriye û tê çaverêkirin biryarê bidin û di 2 mehên bê de kongreyê girê bidin. Kongre dabeşbûneke mezin di Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de ye. Ji ber ku wek ji axaftina Şanaz Îbrahîm Ehmed û Lahor Şêx Cengî diyar e, dixwazin di kongreya bê de li gor dilên xwe serkirdayetiyekê ava bikin û ew serkirdeyên wê partiyê (Yên ew dibêjin ku ji PDKê ve nêzîk in) dûr bixin.

Li gor axaftina Lahor Şêx Cengî be, ewên bi referandûmê re bûn, baweriyê nadinê, mebest jî (Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî Kusret Resûl û endamê serkirdayetiyê, Ednan Muftî, Necmedîn Kerîm û Şêx Cafer Şêx Mustefa û hin serkirdeyên din) in.

Roja 16 Cotmehê, ew rewşa li ser erdê hatiye dîtin, li gor daxuyaniya Kusret Resûl ew bû, çend berpirsên YNKê xiyanetî kirin û pişta xwe kirin gelê xwe.

Berpirsê Desteya Karîger ya Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar daxuyaniyek wek Kusret Resûl derkir û got, kêmfam û nezanan beşeke girîng ya Kudistanê radestî Heşda Şeibî, hêzên Iraqî û Îranê kirin.

Ewê niha malbata Talebanî dike, pêwendiya wê bi bûyerên rojên borî heye û pê de diçe rêkeftina jêrbijêr a ligel Îran û Iraqê, ji bo kontrolkirina YNKê ji aliyê wan malbatan be.