Li Kerkûkê çekdarekî DAIŞê û 9 bergûman hatin desteserkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarekî DAIŞê ku berê çekdarê grûpa Ceyş Mucahidîn bû, ji aliyê polîsa qezaya û navçeyên Kerkûkê ve hate desteserkirin.

Li gor daxuyaniyeke Rêveberiya Polîsa Qeza û Navçeyên Kerkûkê, şeva borî bi serperiştiya Emîd Serhed Qadir û piştî wergirtina razemendiya Dadwerê Lêkolînan a Kerkûkê, çekdarekî DAIŞê hate desteserkirin, ku destê wî di kuştina xelkê û çandina bombeyan li ser riya Kerkûk – Riyaz de hebû.

Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi wê hate kirin, îro li navçeya Kelor û gundên wê ve, polîsan di hilmetekê de 9 bergûman desteser kirin, ku ji nava wan 3 kesan nasnameyên sextet pê re bûn.