Mesrûr Barzanî: Bi hêvî me ev rewşa bi neheqî bi ser Kurdistan de hatiye bidawî bê

Mesrûr Barzanî: Ev rewşa ku bi neheqî bi ser Kurdistanê de hatiye, tenê ji ber ku doza mafên xwe û wekheviyê kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek bi helkefta salroja jidayikbûna Pêxemberê Islamê belav kir û têde got: "Bi hêvî me ev rewşa ku bi neheqî bi ser Kurdistanê de hatiye tenê ji ber ku doza mafên xwe û wekheviyê kiriye, bidawî bê û gel û welatê me bighêje armancên xwe û bi xweşî û aramî bijî."

Têksta peyamê
Bi navê xwedê mezin û dilovan

Bi minasebeta jidayikbûna Peyxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa( silav û dirûdên xwedê li ser vî bin) pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvî dikim ev minasebeta han ya pîroz handereke din be bo bihêztir kirin û çespandina rihê biratî, xweşewîstî û bihevre jiyana aştiyane di navbera tevahiya mezheb, ol û neteweyên cuda cuda. Herwiha hêvî dikim bibe sedema bidest anîna aştî, yekîtî û jinav birina tundûtîjî û pêşî girtin ji bikar anîna ol bo mebest û armancên dûr ji peyama rastîn ya ola pîroza îslamê yaku peyama xweşewîstî û yekîtiya navbera însanaye.

Her bi vê minasebeta han hêvî dikim ew rewşa ku bi naheq bi ser Kurdistanê de ku tenê jiber ku daxwaza yeksanî û dabîn kirina mafên xwe dike hatiye sepandin, bidawî were, gel û welatê me bigehêje armancên xwe, bi aramî û bextewerî bijî.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê

Mesrûr Barzanî
29.11.2017