Fermandarekî PKKê li Şingalê hat bêbandorkirin

Li gor zanayriyan wê ajansê, Zekî Şingalî yek ji kesên ku Tirkiyê navê wî xistibû “Lîsa Sor”.

Ajansa “AA” a Tirkî belav kir, di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê li ser Şingalê de, berpirsê PKKê li Şingalê Îsmaîl Ozden yê bi navê (Mam Zekî Şingalî) hat bêbandorkirin.

Li gor zanayriyan wê ajansê, Zekî Şingalî yek ji kesên ku Tirkiyê navê wî xistibû “Lîsa Sor”.

Bêbandorkirina wî fermandarê PKKê di çarçova operasyoneke esmanî ya artêşa Tirkiyê li ser Şingalê de hat. Peyamnêrê K24ê li Şingalê got, duhî danê êvarê  hejmarek ji firokeyan sêkoşeya Şingal, Um Zubyan û Şilo bombebaran kir.

Wê derbarê de, Rêvebirê Nahiya Sinûnê Xwedêda Cokî  ji K24ê re ragihand, firokeyan kolana sereke ya Şilo kirin armanc û piştre sêkoşeya Şingalê jî bombebaran kirin.

Da zanîn jî, bombebarana sêyemîn li derdora gundê Şilo û Şiyayê Şingalê bû.

Got jî, ew dever ji aliyê artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) tê birêvebirin. 

Otombîla ku ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin
Otombîla ku ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin

Li gor zanyariyên destpêkê, firokeyên Tirkiyê otombîla wî fermandarî li navçeya Şilo ya nahiya Sinûnê bombebaran kir, ku 4 çekdarên YBŞê jî ligel wî bûn.

Zekî Şingalî jidayikbûna sala 1952an li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdisanê ye û çendîn berpirsatî di nava rêzên PKKê de girtibû. Pêştir bo demekê jî Fermandarê YBŞê bû û berpirsê Ketîbeya Laleş ya ser bi Heşda Şeibî ve bû.

Ta niha daxuyanî derbarê çarenivîsa Zekî Şingalî de ji aliyê KCKê de nehatiye derkirin.

 

S. B