Li seranserî Kurdistanê roja Ala Rengîn tê pîrozkirin

Perlemana Kurdistanê di roja 19ê Hizêrana 2004an de, bi piraniya dengan biryar da ku roja 17 Berçileyê wek roja ala Kurdistanê bê naskirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro roja ala Kurdistanê ye û hemû dezgeh û xwendingeh û cihên giştî li Kurdistanê bi Ala Rengîn hatine xemilandin û welatiyên Kurdistanê bi cilên Kurdî rêzê li Ala Kurdistanê digrin û bi çalkiyên cuda vê rojê pîroz dikin.

Roja bilindkirina ala Kurdistan li ser avahiya şaredariya Mehabadê di 17 Berçileya sala 1945an de, weke serdemeke giring di dîroka siyasî ya Kurdî de tê hejmartin, ku 72 salan berî niha ji bo yekemcar ala Kurdistanê bi awayekî fermî li ser avahiyeke hikûmî hat bilindkirin, ew jî berî mehekê û çend rojan ji ragihandina serxwebûna Komara Kurdistanê bû di roja 22 Çileya sala1946an de.

Tevî ku temenê Komara Kurdistanê kêmî salekê bû, lê bi sedema berdewamiya xebata netewî ji aliyê xebatkaran ve li nav çiyayên Kurdistanê, ala Kurdisyanê her bilind ma û bîranîna yekemcara bilindkirina wê bi hestekî netewî bilind tê vejandin.

Piştî derbasbûna 59 salan di ser bilindkirina ala Kurdistanê re, Perlemana Kurdistanê di roja 19ê Hizêrana 2004an de, bi piraniya dengan biryar da ku roja 17 Berçileyê wek roja ala Kurdistanê bê naskirin.