Serok Barzanî: Me biryar daye bimirin û nehêlin ne rûmet û ne vîna me bişike

Serok Barzanî gihîşte kernevala cemawerî ya mezin a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li yarîgeha Fransiwa Herîrî li bajarê Hewlêrê û destpêkê bi xuleke westanê bo giyanê şehîdan dest pê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî gihîşte kernevala cemawerî ya mezin a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li yarîgeha Fransiwa Herîrî li bajarê Hewlêrê û destpêkê bi xuleke westanê bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Serok Barzanî di gotara xwe de got: “Di vê roja pîroz de, ku sala bûrî we biryar li ser çarenivîsa xwe da û dîrokek tomar kir, pîrozbahiyê wê rojê li we dikim û spasiya dilsozî û xweragiriya we dikim. Wan tiliyên ku di wê rojê de we pê deng dane serxwebûna Kurdistanê maç dikim.”

Serok Barzanî ragihand, mafekî sirûştî ye her miletek biryarê li çarenivîsa xwe bide. Sala bûrî we wek me biryar li çarenivîsa xwe da. Lê mixabin bi xirabî hat ravekirin. Divêbû ji we bihata pirsîn, we biryar xwe de, ma derdê we çi ye? Li şûna ew bên kesûkarên enfal, kîmyabaran û xelkê derbider qerebû bikin, hewl dan sizayên giran danin ser vî xelkî. Ne tawan e xelk bibêje dixwazin wiha bijîn. Kesî negot emê roja din serxwebûnê rabigihînin, lê mixabin careke din dibêjim bi xirabî hat ravekirin û sûd ji wê rojê dîtin. Bi nerîna me, me ti carî li dijî destûr gav neavêtin.”

Herwiha got: “Di destûr de hatiye (Pabendbûna bi vê destûrê, yekgirtiya Iraqê ya azad diparêze) heger destûr bihata cibicîkirin, me bîr li referandûm nedikir. Lê hemû derî li pêş me girtin, ti hêvî nehîştin bo em bi hev re bijîn û hevpar bin. Ji vê jî derketin û xwastin me siza bidin. Hemû sînorên me bezandin û xwastin vîna me bişikînin û rûmeta me bişikînin. Ji ber wê me biryar daye, bimirin û nehêlin ne rûmet û ne vîna me bişike.”

Di beşeke din Serok Barzanî got: “Ev ezmûne jî wek hemû ezmûn berê derket ku bi hesen, agir û şer pirsgirêka Kurd çareser nabe. Divê bi hevtêgihîştin, guftûgo û rêzlihevgirtin be. Em berê, niha û di pêşerojê de berevaniyê li bijardeyên xwe dikin, ku bi aştî û dirêjkirina destê biratiyê ji her aliyekî re. Ewê bi diyalog hevtêgihîştin û hevkariyê bidest were, bi sed salî şer bidest nayê.”

Herwiha got: “Piştî hilbijartinên 12ê Gulana bûrî ya parlemantoya Iraqê, ku gelek kesan pê wiha bû ku PDK bidawî bû, lê bi hîmet û dilsoziya we, PDK bû partiya hejmar yek li ser asta Iraqê.”

Serok Barzanî ragihand jî, “Birastî tirsa min hebû ku ew ferhenga li dijî Kurd heye, hin kesan dixwastin wê bikin ferhenga kolana Erebî li Iraqê, lê piştî hilbijartinên 12ê Gulanê, gelê Iraqê wan kesan siza dan, ku dixwastin li ser hesabê dijayetiya gelê Kurd û mafê gelê Kurd xwe bikin pehlewan. Spas ji gelê Iraqê re, ev helwesta gelê Iraqê bandoreke wê mezin li ser me hebû.”

Herwiha got: “Li vir dixwazim bibîra we û Bexdayê bînim, ku rasperde û hîkmeta Cenabê Barzanî her dem ew bû, şerê li dijî hikûmetê nayê wateya şerê li dijî milet. Şerê di navbera du miletan de kufr û tawan e. Ti carî em rê nadin nakokiyên me yên bi hikûmetê re, bibe şer û nakokiyên di navbera gelê Kurd û Ereb, yan gelekî din. Hikûmet tên û diçin, lê milet her dimînin. Ev siyaseta naguhêr a PDKê ye ji roja damezrandinê ve û ta îro û her dem dê ev siyast bimîne.”

Got jî: “Ji vir de daxwaz ji hemû xwişk û biraderan li seranserî Kurdistanê dikim, ew biraderên ezîz ên Ereb yên ji ber nebûna xizmetguzarî û terorê neçar bûne koçberî Kurdistanê bibin, ta vedigerin cihên xwe û ta li Kurdistanê dimînin, rêzê lê bigiin û bêjmêrin ku kesûkarên me ne. Ji bo vê derfetê jî daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê dikim, vê derfetê jidest nedin û hemû pirsgirêkan li ser binemaya lihevkirin û hevsengiyê û li gor destûrê çareser bikin.”

Herwiha got jî: “Dema rizgarkirina Mûsilê, ku bi xwîna Pêşmerge rê jê re hat xweşkirin ku Mûsil rizgar bibe, derfeteke zêrîn hate pêş, lê berpirsên Bexdayê ew têk dan. Ta em bi hev re ne, bila em bira, dost û hevkarê hev bin.”

Serok Barzanî got: “Min berî çend rojan bi fraksiyona PDKê ya li parlemantoya Iraqê re hevdîtin kir, min daxwaz ji wan kir wek çawa berevaniyê li mafê xelkê Kurdistanê bikin, ewqas jî berevaniyê li mafê welatiyên din ên Iraqê wek Besra, Necef , Rumadî û Bexdayê bikin. Berevaniyê li biraderên Tirkmen, Kildan, Aşûrî, Siryan û Ermen bikin. Berevaniyê li azadiya siyasî, olî û mezhebî bikin.”

Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û derve de, Serok Barzanî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dirustkirina pêwendiyên bi welatên cîran û derve re serkeftî bû û hêvîdar in roj bi roj ew pêwendî ber bi pêş û baştir biçin.”

Li ser yekrêziya navmala Kurd, Serok Barzanî got: “Gelek behsa yekrêzî û navmala Kurd tê kirin, wiha dizanim ku hûn hemû bîner û şahid in, ku me gelek ji bo navmala Kurd yek û yekrêz be, me gelek ji maf û destkeftên xwe jidest dan ji bo em yekrêziyê biparêzin, lê mixabin cih negirt, belkû berûvajî wê, li dijî PDKê bikar anîn. Navmala Kurd û yekrêziya Kurd jî mercên xwe hene.”

Li ser hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê, Serok Barzanî got: “Çend roj mane bo tomarkirina dîrokeke din tijî serwerî. 30î vê mehê roja hilbijartina parlemantoya Kurdistanê ye. Rojeke çarenivîsaz e û hûn biryarê didin ka Kurdistana hûn dixwazin çawa be. Ewlehî û asayişa tê de hebe, bextewerî û avaden tê de hebe. Ji ber wê ji we daxwaz dikim di wê rojê de em bi hemû peymanê dubare bikin û bi xwîna şehîdên me re dilsoz bin û deng bidin lîsta 183.”

Got jî: “Ji bo guhartinên mezin bên kirin û çaksazî were kirin, ez bawer im roja 30î vê mehê hûn diçin ser sindoqan û diçespînin ku Hewlêr her Hewlêr e. Em wê sozê didin we ku her dem bi we re rastgo bin. Soz didin heger rûmet, vîn û serweriya kete metirsiyê, mirinê hildibijêrin û berevaniyê li we dikin.”

Li dawiyê Serok Barzanî got: “Silavên germ ji we re xweşewîstên xweragir. Silav ji giyanên pak ên şehîdan re. Silav bo Pêşmergeyên qehreman. Daxwaz ji we dikim baweriya we bi we hebe, baweriya bi serkeftinên mezin hebe, baweriya we bi Pêşmergeyên qehreman hebe. Divê her dem amade bin bi pêş ve biçin û xwe neçemînin.”

 

S. B