Ebadî, hişyariya serhildana DAIŞ û grûbên wek wê dide

Ebadî got jî, DAÎŞ li ser sînorê Sûriyê ma ye û metirsiyê jî, li ser Îraqê dirust dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îraqê hişyariya serhildana DAIŞ û grûbên wek wê dide û dibêje, welatên bihêz li Sûriyê, bi tiştên din ve xwe mijûl dikin û hebûna DAIŞê li ser sînorê wê bi Îraqê re piştguh dikin.

Heyder Ebadî di kongreyê xwe yê rojnamevanî yê heftane de tekez kir, wan DAÎŞ jinav biriye, lê ew rêxistin, dixwaze tola xwe hilîn e û li cihên din serhilde. Ebadî got jî, DAÎŞ li ser sînorê Sûriyê ma ye û metirsiyê jî, li ser Îraqê dirust dike.

 

 

C.B