Şandeke Herêma Kurdistanê li Bexda ye

Hikûmeta Iraqê komîteyeke paye bilind pêk aniye, daku li ser vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê û deriyên sînorî, danûstendinan li gel şanda Herêma Kurdistanê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şandeke paye bilind ji Herêma Kurdistan gihiştiye Bexdayê û biryar e li gel berpirsên Hikûmeta Iraqê, derbarê firîngeh û deryên sînorî danûstendinan bike.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, şanda Herêma Kurdistanê bi serperiştiya wezîrê navxwe Kerîm Şingalî ye û wezîrê veguhestinê Mewlûd Bawemurad jî di wê şandê de ye û biryar e li gel wezîrê navxwe yê Iraqê Qasim E'irecî û emnîdarê encûmena wezîrên Iraqê Mehdî Elaq bicivin.

Herweha Hikûmeta Iraqê komîteyeke paye bilind pêk aniye, daku li ser vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê û deriyên sînorî, danûstendinan li gel şanda Herêma Kurdistanê bike.

Ev yekem civîn e li ser vî astî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê de, ku têde pirsa firîngehan û deriyên sînorî tê gotûbêjkirin.