Tirkiye û Rûsya hewl didin Til Rifetê ji YPGê bistînin

Rûsyê û Tirkiyê danûstandinan dikin, ji bo derxistina bajarokê Til Rifetê û dewrûberên wê ji destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG)

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsyê û Tirkiyê danûstandinan dikin, ji bo derxistina bajarokê Til Rifetê û dewrûberên wê ji destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG)

Serkirdeyê di Lîwaya El-Muhtesim çekdarên opozîsyona Sûriyê Mustefa Sêcerî ji ajanseke opozîsyona Sûriyê re ragihand, niha danûstandin di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tên kirin, ji bo radestkirina bajarokê Til Rifetê û dewrûberên wê çekdarên opozîsyona Sûriyê re.

Li gor Sêcerî hîn herdu alî negihêştine ti rêkeftinekê, lê gotûbêjên wan berdewam in ji bo yekalîkirina wê mijarê.

Di Tebaxa borî de 2 karwanên leşkerî yên Rûsî ketin bajarokê Til Rifetê û lê bicih bûbûn, pêr jî alên YPG û Ceyş El-Siwar anîn xwarê û li cihê wan alên Rûsî bilind kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bajarokê Til Rifatê yê 30 K.m li başûrê rojhilatê Efrînê di Sibata 2015an de kontrol kiribû.