Bi dakyomêntan.. Cibûrî Kurdên Kerkûkê bi zorê ji bajar der dike

Ferman derkirina wan Kurdan pişta xwe bi biryareke "Meclisa Qiyada Sewrê" ya rêjîma Be`isa Iraqê ve girê dide

K24 - Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet Rakan Cibûrî, fermana valakirina du taxên Kurdan li wî bajarî derxist, ji bo wê mebestê jî tenê dema hefteyek molet daye malên Kurdan li wan taxan heya ku malên xwe bar bikin.

Li gorî nivîseke fermî ku ji bo bingeha Miqdad ya Polîsên li Kerkûkê hatiye şandin, tenê moleta hefteyekê ji bo Kurdên herdu taxên "Kurdistan" û "Newroz" hatiye diyarkirin, ku ji wan taxan bar bikin, bi bihaneya ku xaniyên xwe ji derveyî yasayê ava kirine.

Ew ferman pişta xwe bi biryareke "Meclisa Qiyada Sewrê" ya rêjîma Be`isa Iraqê ve girêda ye, tevî ku zeviyên herdu taxan yên malbatên Kurdan in, lê ji Kurdan hatine stendin û li ser efserên dezgehên emnî yên rêjîma Be'isê ve hatibûn dabeşkirin.