Rûsya ji nav deryayê bi mûşekan li bingehên Nusra yên li Idlibê da (Video)

Wezareta berevanya Rûsiyê ragihand, grûpeke çekdarên Eniya Nusra ku dixwestin êrîşî çend polîsên Rûsî bikin, ji aliyê keştiyeke jêrderyayî Rûsî ve, bi çend mûşekên Kalîber hatin bordûmankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta berevanya Rûsiyê ragihand, grûpeke çekdarên Eniya Nusra ku dixwestin êrîşî çend polîsên Rûsî bikin, ji aliyê keştiyeke jêrderyayî Rûsî ve, bi çend mûşekên Kalîber hatin bordûmankirin.

Berî niha jî wezareta berevaniya Rûsiyê ragihandibû ku komeke çekdar 29 polîsên Rûsî li gundewarên bakurê Hemayê li nêzîkî parêzgeha Idlibê dorpêç kirin.