Ayhan Bilgen – namzetê HDP ê Qersê ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan HDP yekem namzetê xwe yê hilbijartinên şaredariyan eşkere kir:
HDP biryar da ko Parlementerê HDPyê yê Qersê Ayhan Bîlgen li heman bajarî bibe namzetê hilbijartinan.
Ji bo Erdaxanê jî hewldanên diyarkirina nazmetan berdewam dike û wekî nazmetê HDP Taşkin Aktaş derdikeve pêş. HDP di hilbijartina borî de nekarîbû van her du bajarên kurdan bidest bixe. Erdexanê AK-Partî, Qersê jî MHP bidestxistibû.
Duhî di medya Tirk de cîh girtibû ku, MHP daxwaz ji AK Partî kiriye, li Qersê namzet nîşan nede û di çarçoveya Hevpeymaniya Cumhur de, namzetê her du partiyan ji bo Qersê ji MHP be.
C.B