Efserekî Îranê li El-Bûkemal hat kuştin

Şahrix Day Pûr ji xelkê Kirmaşanê ye û di şerê Iraq û Îranê de beşdar bû, herwiha berî niha serperiştiya rahênana çekdarên Hizbullahê jî kiribû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa Faris ya Îranî belav kir, ku Efserê di Supaya Pasdaran de, emîd Şahrix Day Pûr, di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de, li bajarê El-Bûkemal yê Sûryê hat kuştin.

Ajansê diyar kir, ku Pûr ji xelkê Kirmaşanê ye û di şerê Iraq û Îranê de beşdar bû, herwiha berî niha serperiştiya rahênana çekdarên Hizbullahê jî kiribû.

Ev demeke êrîşên çekdarên DAIŞê li ser bajarê El-Bûkemal yê ser bi parêzgeha Dêra Zorêve zêde bûne û di vê dawiyê de, riya di navbera El-Bûkema û Dêra Zorê de, qut kirin, lê Artêşa Sûryê karî piştî demekê dubare wê riyê kontrol bike.

Li gorî amareke nefermî, ku di Cotmeha sala derbasbûyî de hatiye belav kirin, ji destpêka destwerdana Îranê ve di cenga Sûryê de, bêtirî 3500 endamên Pasdaraên û çekdarên ser bi Taranê ve li Sûryê hatine kuştin, li gorî wê amarê jî ku berî 8 mehan hatiye belavkirin, eger heye, niha hejmara kuştiyên Îranî gihiştibe nêzîkî 4000 kes.  

N.O