Kurdistan Li Babê 5 leşkerên Tirk birîndar bûn

Li Babê 5 leşkerên Tirk birîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bakurê bajarê Babê yê ku li bakurê rojhilata Helebê dikeve, 5 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Li gor medyayên Tirkiyê ku, di çarçoveya operasyona Cerablûsê de li bakurê Babê di encama pevçûnekê di navbera Artêşa Tirkiyê û çekdarên DAIŞê de, 5 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Kilîs û Dîlokê hatin rakirin.

Duh jî Sererkaniya Tirkiyê ragihandibû, ku pêwendiya wan digel 2 leşkeran li Sûriyê hatiye birîn.

DAIŞ jî ragihandibû ku, wan her du leşkerên Tirkiyê dîl girtine.

Arteşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê (Piraniya wan Tirkmen û Ereb in) di 24ê Tebaxê de ket Suriyê bajarê Cerablûsê û operasyonek leşkerî bi navê operesyona Mertala Feratê da destpêkirin.

Bajarê Babê 38 k.m dike bakurê rojhilatê Helebê, di Cotmeha 2014an de çekdarên DAIŞê piştî şerekî opozêsyona Sûriyê re kete Babê.