Rêveberiya bendava Ferêt ji rêjîmê re vediger

Fermanber û endezyarên bi ser hukûmeta Sûriyê ve vegeriyan ser karê xwe li bandava Ferêt a li bajarê tepqayê, lê HSD dibêje ku herêm bi tevahî di bin kontrola wan de ye û ti hebûna artêş yan jî rêjîma Sûriyê li wî bajarî tune ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Tebqa

Fermanber û endezyarên bi ser hukûmeta Sûriyê ve vegeriyan ser karê xwe li bandava Ferêt a li bajarê tepqayê, lê HSD dibêje ku herêm bi tevahî di bin kontrola wan de ye û ti hebûna artêş yan jî rêjîma Sûriyê li wî bajarî tune ye.

Di rojên buhûrî de behsa kontrolkirina rêjîma Sûriyê ji bendav Ferêt re hat kirin. tîma Kurdistan 24 serdana bendavê li bajarê tebqayê kir. Rêvebiriya Sivîl a bajarê tebqayê dan zanîn ku bi sedema şer gelek ziyan gihiştiye laşê bendavê û ev yek bû sedem ku bandav ji kar hatiye rawestandin, herwiha gelek alavên bendavê jî ji aliyê DAIŞê ve hatin talan kirin, êdî rêvebiriya bendavê neçar bû ku alîkariya fermanber û endezyarên kompaniya bendava Ferêt ya bi ser hikûmeta Sûriyê ve bixwaze da ku bendav ji nuh ve were çakirin û dîsa kar bike.

Hevserokê Encûmena Zagonsaz Li Tebqayê Hamid el-Ferec li ser hatina karmendên hikûmêta Sûriyê ji K24ê re got: “Pêwîstiya 4 enefeyan bi çakirinê heye û jib o çakirina wan me pêwendî ligel kompanyaya Ferêt kir, ta ku kehrebe ji tevahiya Sûriyê re were peydakirin û ava vexwarinê û avdanê jî ji hemû xelkê re were dabînkirin.”

8 enefeyên kehrebê di bendava Ferêt de hene, lê bi sedema rûxandin û talankirinê, niha tênê 4 enefe tê de kar dikin.

Navenda ragihandina HSD dibêje, bendava Tebqayê ji hemû gelên Sûriyê re ye. Herwiha berhemên wê ji av û kehrebê li hemû Sûriyan re tên belav kirin, lê niha dever bi tevahî di bin kontrol û parastina HSD de ye û ti hebûna rêjîma Sûriyê yan jî artêşa wê li herêmê bi tevahî tune ye.

Berpirsê Navenda Ragihaninê ya HSDê Mistefa Balî ji K24ê re got: “Ji bo birêvebirinê em vekirî ne ku ev sazî bi awayê herî baş were birêvebirin û kesên pispor tê de karên xwe bikin, lê ew nayê wê wateyê ku rêjîm wek sîstem Beis, yan saziyên ewlekariyê yên rêjîmê bêne vir. Xebatkarê berê yên li vir karên xwe dikirin, destûr ji wan re hate dank u vegerin ser karên xwe û rêvebirina vê bendavê.”

Çemê Ferêt ku bandava herî mezin li Sûriyê li ser hatiye avakirin û goleke avê ya mezin jî li paşt xwe çê kiriye, jêdereke sereke ji av û kehrebê ji tevahiya sûriyê re ye, ku her demjimêrekê 880 Mêga Wat ji kehrebê dide. Bendava Ferêt û keleha Caiber ya li kêleka golê cihekî geştiyariyê ye û jêdereke sereke ya masiyan ne.