Şandeke ENKS ji bo diyarkirina nûnerê Komîta Destûrî ya Sûriyê diçe Riyazê

Endamê Komîta Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ragihand, ji bo destnîşankirina nûnerên opozîsyona Sûriyê ji Komîta Destûrî re, şandeke ENKSê dê ligel şanda Desteya Danûstankar li Riyazê paytexta Siûdiyê bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ragihand, ji bo destnîşankirina nûnerên opozîsyona Sûriyê ji Komîta Destûrî re, şandeke ENKSê dê ligel şanda Desteya Danûstankar li Riyazê paytexta Siûdiyê bicive.

Li ser destnîşankirina nûnerê Kurd û opozîsyona Sûriyê ji bo Komîta Destûra Nû ya Sûriyê Îbrahîm Biro ji K24ê re got kir, di 24ê vê mehê de şandeke ENKSê ku ji 3 kesan pêk tê dê ligel şanda Desteya Danûstankar li Riyazê paytexta Siûdiyê bicive.

Biro endamên şandê aşkere kir ku şanda ENKSê ji Îbrahîm Biro, Hewas Sadûn û Fesla Yûsif pêk tê û biryar e opozîsyona Sûriyê ji nûnerên xwe ji bow ê komîtê destnîşan bike.

Her di wê derbarê de Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, nûnerên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Cenêvê ji Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura re tekez kirin, ew her sê welat hewla avakirina Komîta Destûrî ya ji bo Sûriyê didin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de diyar kir, nûnerên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Cenêvê mîkanîzma avakirina komîta destûrî ya Sûriyê gotûbêj kirin û lîsta nûnerê hikûmeta Sûriyê ya ji bo wê komîtê radestî De Mistura kirin.

  

 

S. B