Kurdistan Asayişa Rojava Ahengên şeva Cejna Newrozê qedexe kir

Asayişa Rojava Ahengên şeva Cejna Newrozê qedexe kir
Fermandarê Giştî yê Asayişa li Rojava Ciwan Îbrahîm

K24 – Navenda Nûçeyan  

Asayişa li Rojavayê Kurdistanê, ahengên şeva Cejna Newrozê li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê qedexe kir, ji ber sedemên ewlehiyê.

Fermandariya Giştî ya Asayişa li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de pîrozbahiyên şeva Cejna Newrozê li gelê Sûriyî û yê Rojava pîroz kir, bêyî ku navê gelê Kurd daxuyaniya xwe de bîne.

Asayişê got, ji bo berjewendiya giştî û ewlehiyê, hem merasîm û hem jî şêwazên pîrozkirinê û vêxistina agir di şeva Newrozê de qedexe ye.

Herwiha Asayişa li Rojava, çûnûhatina motorsêklan jî ji roja 19 heta 23 mehê qedexe kir.