Salih Mislim: Vekişîna ji şer nayê wateya şikestinê

Endamê Komîta Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand ku vekişîna ji şer nayê wateya şikestinê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand ku vekişîna ji şer nayê wateya şikestinê.

Hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim li ser hejmara xwe yê tûra civakî “Twitter” nivîsî: “Xebata gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê berdewam dibe û dê li hember planên jenosidê yên li hember wan hatine danîn berxwedanê bike û serkeftin dê ya gelê bakurê Sûriyê be.”

Ev twittera Salih Mislim ji piştî derbasbûna hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji nava bajarê Efrînê re hat.

Nêzîkî du mehan e artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi êrîşa li ser Efrînê kirine û ji encama wê êrîşê ta niha nêzîkî 280 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 680 welatiyên din jî birîndar bûne.

 

S. B