Kurdistan YPG: 6 şervanên me şehîd bûn

YPG: 6 şervanên me şehîd bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

6 şervanên  YPGê di encama êrîşeke DAIŞê de li nêzîkî bajarokê Şedadê şehîd bûn.

Li gor malpera fermî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di 26 Mijdarê de çekdarên DAIŞê li gundê Ebû Fas û navçeya di navbera gundên Mekmen û Malha yê gundewarê Şedadê ji 5 aliyan ve êrîşî xalên YPGê kirin û di encamê de 57 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 6 şervanên YPGê jî şehîd bûn.

Bajarokê Şedadê yê gundewarê Hesekê,  ji Sibata borî ve ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hate kontrolkirin, ku nêzîkî du salan di destê DAIŞê de mabû.