Bi vîdyo.. Êrîşa çekdarên Heşdê û artêşa Iraqê li ser Zinane û Dawde bibîne
K24 - Navenda Nûçeyan
Bi sedema êrîşa çekdarên Heşda Şeibî û bordûmankirina navçeyên Dawde û bajarokê Zinare ji aliyê hêlîkopterên Iraqî ve, welatiyên Kurd li wan deveran rastî rewşeke dijwar hatine.
Çalakvanên Kurd li ser tora civakî ya Facebookê çendîn wêne û girte vîdyoyên wê êrîşê belav kirine, ku şevê din ew êrîş hatine encamdan.
Li gorî zanyariyan, Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bi topên giran û hêlîkopteran navçeyên Dawde Şaxî û gundên derdora Pelkane û bi taybetî gundê (Xerre) bi giranî bordûman kirin.
Milîsên Heşdê û artêşa Iraqê ev çend roj bûn li Xurmatû xwe amade dikirin daku êrîşî wan deveran bikin.