Berbijarê PDK ji bo Serokatiya Iraqê eşkere bû

PDK berbijarê xwe ji bo postê Serokatiya Iraqê destnîşan kir û li gorî hin jêderan, PDK Fûad Hisên destnîşan kiriye, ku berî niha serokê dîwana Serokatiya Herêma Kurdistan bû.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Partiya Demokrat a Kurdistanê, berbijarê xwe ji bo postê Serokatiya Iraqê destnîşan kir û li gorî hin jêderan, PDK Fûad Hisên destnîşan kiriye, ku berî niha serokê dîwana Serokatiya Herêma Kurdistan bû.

Li gorî zanyariyên medya Iraqî, PDK Fûad Hisên ji bo postê Serokatiya Iraqê diyar kiriye, lê heya niha PDK bi fermî ew zanyarî belav nekiriye.

Belavbûna wê nûçeyê di medya Iraqî de, di demekê de ye, ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji duh ve çûye Bexdayê û YNKê ji aliyê xwe ve eşkere kir, ku ewê jî bi tenê kar ji bo berbijarê xwe bikin, ku Berhem Salih e.

Postê Serokatiya Iraqê, ev 12 sal in ji pişka Kurdan e û di nav Kurdan de jî, ji YNKê re diket, ji destpêkê ve Celal Talebanî ew post wergirtibû heya nexweşketina wî di sala 2012an de, piştre Fûad Mesûm li şûna wî hat danîn.

N.O