HDP: Rewşa Awarte tenê bi gotin tê rakirin

Hevserokên HDPê dan xuyakirin, rakirina rewşa awarte tenê di gotine, ya rastî rewşa awarte di nav sîstemê de tê bicîhkirin. HDP rexneyên tund li Biryarnameya rewşa awarte digre

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokên HDPê dan xuyakirin, rakirina rewşa awarte tenê di gotine, ya rastî rewşa awarte di nav sîstemê de tê bicîhkirin. HDP rexneyên tund li Biryarnameya rewşa awarte digre.

Hevserokên HDPê Perwîn Buldan û Sezaî Temellî bi daxuyaniyek nivîskî rexneyên tund li Biryarnameya rewşa awarte girtin ku, 18 hezar fermanber ji kar hatine dûrxistin.

Dan zanîn, bi Biryarnameya dawî, 18 hezar û 600 fermanber ji kar hatine dûrxistin, rojnameya Welat jî di nav de 3 rojname û 12 komele hatine girtin.

Hat destnîşankirin, Hezar mamosteyên zanîngehan ku dijî operasyon û şerê li bakurê Kurdistanê derketibûn rastî lêpirsînan hatine û heta niha 404 ji wan mamosteyan ji zanîngehan hatine dûrxistin.

 

 

C.B