HSD: Du heftî ji bo kontrolkirina tevahiya Reqa pêwîst e

Peyvdarê hêzên Sûrya demukrat Telal Silo ragihand, ku ji heftiyekê heya du heftiyan, ewê bajarê Reqa bi temamî kontrol bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê hêzên Sûrya demukrat Telal Silo ragihand, ku ji heftiyekê heya du heftiyan, ewê bajarê Reqa bi temamî kontrol bikin.

Di daxuyaniyekê de ji bo ajansa Sputnik ya Rûsî, Telal Silo diyar kirk u tenê 20% ji bajarê Reqa di destê çekdarên DAIŞê de maye, û di wê navçeyê de, çekdarên DAIŞê çargoşeyekî emnî ji xwe re pêkanîne û ji navbirina wan çekdaran gellekî nêzîk bûye.