Amerîka hejmara çekdarên DAIŞê yên li Hecîn aşkere dike

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, hejmara çekdarên DAIŞê yên devera Hecîn a li rojhilatê Dêrazorê di navbera 1500 û 2 hezarî de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, hejmara çekdarên DAIŞê yên devera Hecîn a li rojhilatê Dêrazorê di navbera 1500 û 2 hezarî de ye.

Cîgirê Fermandarê Hêzên Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî Christopher Ghika ragihand, li gor pêşbîniyên wan di navbera1500 û 2 hezar çekdarên DAIŞê li devera Hecîn a Dêrazorê hene.

Tekez kir, ji ber hebûna wê hejmara mezin a çekdarên DAIŞê, operasyonên wan li wê navçeyê bi zehmetî diçe. Terorist baregehên xwe yên berevaniyê bihêz kirine û tunel kolane.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji 10ê Îlona bûrî ve dest bi qonaxa dawiyê ya şerê DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê kiriye. Di dawiya meha bûrî de DAIŞê êrîşên berûvajî encam dan û hin navçe ji destê HSDê vegerandibû.

 

S. B