Xezelî: Serketina me bi ser DAIŞê serketin bi ser malbata Al-Siûd û Israîl û Amerîka

Xezelî: DAIŞ keresteyeke serbazî bû ser bi çendîn pirojeyên navxweyî û herêmî û navdewletî bû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Emîndarê giştî yê Esayib Ehlê Heq Qeys Xezelî, serketina bi ser DAIŞê, wek serketin bi ser malbata şahê Siûdiyê û Israîl û Amerîka binav dike.

Qeys Xezelî ragihand: "DAIŞ keresteyeke serbazî bû ser bi çendîn pirojeyên navxweyî û herêmî û navdewletî bû, dema ku em bi ser DAIŞê dikevin, wate em bi ser malbata Al-Siûd û Israîl û Amerîka dikevin".

Xezelî û mîlîşya "Esayib Ehlê Heq" wek neyarên herî tund yên Amerîka tên naskirin, di dema derbasbûyî de jî, gava wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson daxwaz kir ku milîsên şî'e yên ser bi Îranê ve piştî şerê dijî DAIŞê li welatê xwe (Îran) vegerin, Xezelî bersiva Tillerson da û got: "Divê bilez piştî şerê dijî DAIŞê hêzên Amerîkî ji Iraqê derkevin."