Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Lawan nûner a beşekî giring ji welatê me ye
K24 - Navenda Nûçeyan.
Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyamekê de, pîrozbahiya serketina heştemîn kongirê Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê kir û ew Yekîtî bi nûnera beşekî giring ê welat binav kir.
Têktsa peyamê:
Hevalno di Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê de
Rêz û Silav..
Bi helkefta bidawîbûna karên heştemîn kongirê rêxistina we ya têkoşer "Kongirê Pêşmerge" û hilbijartina serkirdatiyeke nû, gerimtirîn pîrozbahî li we dikim.
YLDK nûneratiya beşekî giring ê welatê me dike, li gel wê jî dîroka serfiraz a vê rêxistinê û hizir û karînên lawan, derfetê ji we re peyda dike, ku hûn wekî her dem pêşeng bin.
Hêvîdar im rêxistina we li ser bingehên hizrî û serdemane, xwe ji bo pêşeroja gelê me amade bike û mil bi milê tex û çînên din, ji bo Kurdistaneke bihêz têkoşînê bike.
Ji bilî pîrozbahiyê dubare, sipasî û destxweşiyê ji serkirdatiya we ya berê dikim ku ji kongirê derbasbûyî heya niha xizmeteke hêjayî lawên Kurdistanê kir.
Hêviya biserketin û destkeftên bêtir ji bo Yekîtiya we ya têkoşer dikim.
Li gel rêza min...
Birayê we
Mesrûr Barzanî
2018/8/10
N.O