Heşda Şabî: Serokwezîriya Iraqê mafê me ye

Rûbey destnîşankir ku, grûbên Heşdî Şabî di nav xebata pêkanîna bernameya siyasî de ne û di vê çarçoveyê de, dê beşdarî hilbijartinên Iraqê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Asaib Ehlulheq ku yek ji mezintirîn rêxistinên dinav Heşda Şabî de ye Mehmûd Rûbey bi daxûyaniyekê ragihand ku, ew bi hêvî ne kursiyê Serokwezîriya Iraqê piştî hilbijrtinên Gulan a 2018an pêşkeşî wan bibe.

Rûbey destnîşankir ku, grûbên Heşdî Şabî di nav xebata pêkanîna bernameya siyasî de ne û di vê çarçoveyê de, dê beşdarî hilbijartinên Iraqê bibin.

Rûbey herweha anî ziman ku, dê hewl bidin gelê Iraqê ji bo Serokwezîriya Iraqê helwêsta xwe ligel wan nîşan bide.