Sûriyê Amerîka bi niyaz e 50 hezar leşker bişîne Sûriyê

Amerîka bi niyaz e 50 hezar leşker bişîne Sûriyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Koşka Spî ya Amerîka behsa şandina 50 hezar leşkerên Amerîkî bo Sûriye tê kirin, bi armanca beşdarîkirina di operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ji destê DAIŞê.

Kovara “New York Times” belav kiriye, ku niha Koşka Spî pirsa şandina 50 hezar leşkerên Amerîkî bo Sûriyê vedikole. Bêyî ku ti zanyariyên zêdetir belav bike.

Her di wê derbarê de, ajansa “Bloomberg” a Amerîkî belav kiriye, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka Herbert McMaster bi arasteya şandina hêzên Amerîkî bo Sûriyê re ye. Lê ew pêşniyar ji aliyê rêveberiya Donald Trump hîn cihê dudiliyê ye.

Wî ajansê daye zanîn, fermandarên Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) di wê baweriyê de ne, alîkarî û  rahênankirina zêdetir ji hêzên xwecihî û zêdekirina êrîşên esmanî û bikaranîna helîkopterên êrîşker bê kirin.

Şandina wê hejmarê ji leşkerên Amerîkî, dê ji bo piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e di operasyona kontrolkirina Reqayê de be.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka, operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya kontrolkirina Reqayê di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû, niha jî ew operasyona di qonaxa xwe çaremîn de birêve diçe.

Tê zanîn, berê nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî li Rojava û Bakurê Sûriyê ne.